• Sunday, 08 February 2026
logo

Îran û Tirkiye bi hevre Hac Omeran topbaran kirin

Îran û Tirkiye bi hevre Hac Omeran topbaran kirin
her du welat bi hevre ev dever topbaran kirine
Peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê ragihand ku îro Îran û Tirkiye bi hevre devera sînorî ya Hac Omeranê topbaran kirine.

Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê me dane, di destpêkê de balefirên Tirkiyeyê yên bêpîlot li deverê hatûçû kirine, pişt re balefirên F16 yên Tirkiyeyê bo cara yekem devera sînorî ya Hac Omeranê bordiman kirine.

Piştî bordimana Tirkiyeyê bi çend deqîqeyan, topxaneyên Îranê jî bi tundî devera sînorî ya Hac Omeranê topbaran kirine.

Heta niha derbarzê zirarên topbaranê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Top