Gencê leşkeran kuştî 6 xwîşk û birayên xwe xwedî dikir
Roja 14ê Hezîrana 2020an, Emrah Gorur li Gundê Kaşkolê 400 metreyan dûrî mala xwe ji aliyên leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin, malbata Gorur îro ji bo dozê serî li Komeleya Mafên Mirovan a Wanê da.
Li gor daxwaznameya malbata Gorur pêşkeş kirî de, Emrah Gorur û hevalê xwe yê bi navê Saîm Yilmaz 13yê Hezîrana 2020an saet 23.00 ji bo wergirtina cigareyên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine ji malê derketin.
Emrah heman şevê saet 01.00 bi telefonê malbata xwe agahdar dike ku ew hate birîndarkirin. Piştî dengê çekan tê bihîstin, muxtarê gund diçe cihê bûyerê û dibîne ku Saîm Yilmaz birîndar e. Muxtar ji Yilmaz pirsa Emrah dike û ew jî jê re dibêje ku Emrah ji ber leşkeran reviya.
Muxtar piştre Emrah bi kuştî dibîne û du leşker jî li ba cenazeyî wî ne. Bi gotina Muxtar, Emrah bi 4 guleyan hatiye kuştin.
Derbarê bûyerê de Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Murat Melet ji Rûdawê re diyar kir ku malbatê ji wan daxwaza alîkariya mirovî û hiquqî kiriye û got: “Berî 3 salan bavê wî canê xwe ji dest dabû. Emrah 6 xwîşk û birayên xwe xwedî dikir ku ji wan 2 xwedî pêwîstiyên taybet in.”
Murat Melet herwiha da zanîn ku di erdhejê de xaniya malbata Gorur hilweşiya bû û wî bazirganiya cigareyan dikir.
Melet destnişan kir ku ew dê weke Komeleya Mafên Mirovan a Wanê bûyerê bişopînin û alîkariya pêwîst bidin wê malbatê.
Rudaw
