Endameka kurd ya encumena parêzgeha Kerkûkê bi vîrusa Koronayê ket
Li gorî medyaya Iraqî, endama kurd ya encumena parêzgeha Kerkûkê, Ciwan Hesen Arif (Yekgirtû) bi vîrusa Koronayê ketiye.
Wê endama encumena parêzgeha Kerkûkê, ku seroka komîsyona mafên mirov ya encumenê ye jî, daye zanîn ku hevjînê wê jî bi Koronayê ketiye û her du jî li mala xwe de hatine kerentînekirin.
Basnews
