Kobanê di bin dorpêçê de: Li bazaran keskayî û pêdiviyên jiyanî nemane
Bajarê Kobanê û gundewarên wê bi krîzeke dijwar a mirovî re rûbirû ne. Ji ber girtina rêyan û dorpêçê, xurekên sereke û bi taybetî sebze û meywe (keskayî) li sûk û bazaran nayên dîtin.
Piştî pêşhatên dawî yên leşkerî û siyasî li herêmê, bajarê Kobanê ketiye bin dorpêçeke giran. Li gorî amaran, nêzîkî 150 hezar sivîlên li bajar û gundewarên Kobanê, ji ber nebûna pêdiviyên sereke yên jiyanê di rewşeke zehmet de ne. Sûka keskayî ya bajêr ku berê wekî dilê aboriya herêmê dihat dîtin, niha bi temamî vala maye.
Welatiyên Kobanê yên ku ji bo peydakirina nan û sebzeyan diçin sûkê, destvala vedigerin. Welatiyê bi navê Hemo Huşî ji Kurdistan24ê re diyar kir ku li sûkê ji xeynî hinek pîvaz û bexdenûsan tiştek nîne û got: "Ne firingî, ne îsot û ne jî sebzeyên din hene. Milet perîşan bûye û bi zehmetî dikare tiştekî ji bo xwarinê peyda bike."
Bazirgan û firoşkarên li sûka Kobanê jî balê dikşînin ser metirsiya li ser tenduristiya zarokan. Firoşkar Fadil Nebîl da zanîn, ji ber nebûna vîtamînan zarok nexweş dikevin û wiha axivî: "Milet tê dukanê, xiyar û xesê dixwaze lê nîne. Zarokên me niha tenê xwarinên hişk (nawaşif) dixwin û ev yek dibe sedema nexweşiyan. Divê çareseriyek were dîtin û rê werin vekirin."
Dorpêça li ser bajêr bandoreke rasterast li ser jiyana rojane û aboriya herêmê kiriye. Firoşkarê bi navê Nebû Cemîl diyar kir ku berê sebze û fêkî bi hêsanî dihatin bajêr, lê niha ji ber dorpêçê tiştek nagihîje wan. Cemîl got: "Sûka me niha li bendê ye. Heta rê neyên vekirin, em nikarin tu tiştî bînin û xizmeta gelê xwe bikin."
Li gorî raporên herêmî, 150 hezar sivîlên li Kobanê di metirsiyeke mezin a mirovî de ne. Welatî bang li aliyên peywendîdar û civaka navdewletî dikin ku rêyên hatûçûnê û veguhastina alîkariyan werin vekirin, da ku karesateke mirovî rû nede.
K24
