• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xeyt civiyan

Gulan Media February 4, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xeyt civiyan

Di roja duyem a Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayiyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xeyt re civiya. 


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Sibatê li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê, ligel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xeyt hevdîtinek pêk anî. Di civînê de, her du aliyan rewşa giştî ya navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên Erebî gotûbêj kirin.

Biryar e îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarekê di lûtkeyê de pêşkêş bike û tê de di gotara xwe de dîtina xwe ya derbarê paşeroja rêveberiyê (hikûmetdariyê) li Herêma Kurdistanê, çaksaziyên aborî û ezmûnên serkeftî yên hikûmetê di geşepêdana aborî de bi beşdarên lûtkeyê re parve bike.

Ev pêncemîn sale li ser hev, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî beşdarî vê lûtkeya gerdûnî dibe. Pisporên siyasî diyar dikin ku ev beşdariya berdewam nîşana giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê ye li ser asta navdewletî û bandora wê di hevkariyên herêmî de.

Lûtkeya îsal ku duh 3ê Sibatê dest pê kiribû û heta 5ê mehê berdewam dike, platformeke mezin a serkirdeyên cîhanê ye. Zêdetirî 6 hezar kesayetî ji zêdetirî 150 welatan beşdar in. Di nava mêvanan de 35 serok û serokwezîr û zêdetirî 500 wezîran cih girtine.

 

Rudaw

Top