3 nexweşên Koronayê li Hewlêrê canê xwe jidest dan
Rêvebirê Nexweşxaneya Rizgarî Dr. Botan Ebdulqadir ji K24ê re got: Rewşa tenduristî ya 8 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyê ne cîgir bû, mixabin şeva bûrî 3 nexweşan canê xwe jidest dan.
Got jî: Hersê qurbanî xelkê Hewlêrê û derdora Hewlêrê ne ye û yek ji wan nexweşan, nexweşiya penceşêrê pê re hebû.
Dr. Botan diyar kir jî, hejmarek ji pêketiyan rewşa wan baş e û îro testan ji wan re dikin, heger encam nîgetîv derkevin, dê ji nexweşxaneyê derkevin û ji bo malê bêne şandin.
Amaje bi wê jî da, duhî 30 pêketiyên Koronayê baş bûn û ji nexweşxaneyê derketin.
K24
