• Sunday, 08 February 2026
logo

3 nexweşên Koronayê li Hewlêrê canê xwe jidest dan

3 nexweşên Koronayê li Hewlêrê canê xwe jidest dan
Şeva bûrî 3 nexweşên Koronayê li nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê canê xwe jidest dan.

Rêvebirê Nexweşxaneya Rizgarî Dr. Botan Ebdulqadir ji K24ê re got: Rewşa tenduristî ya 8 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyê ne cîgir bû, mixabin şeva bûrî 3 nexweşan canê xwe jidest dan.

Got jî: Hersê qurbanî xelkê Hewlêrê û derdora Hewlêrê ne ye û yek ji wan nexweşan, nexweşiya penceşêrê pê re hebû.

Dr. Botan diyar kir jî, hejmarek ji pêketiyan rewşa wan baş e û îro testan ji wan re dikin, heger encam nîgetîv derkevin, dê ji nexweşxaneyê derkevin û ji bo malê bêne şandin.

Amaje bi wê jî da, duhî 30 pêketiyên Koronayê baş bûn û ji nexweşxaneyê derketin.

K24
Top