Aldar Xelîl têkildarî danûstandinên bi ENKSê re daxuyanî da
Aldar Xelîl li ser rûpela xwe ya fermî ya di tora civakî ya Facebookê de derbarê danûstandinên ENKSê û partiyên Rêveberiya Xweser de peyamek belav kir.
Di vê peyama xwe de, Aldar Xelîl dibêje, “piştî zincîreyek ji hevdîtin û diyalogan û ji bo serxistina berjewendiya niştimanî ya gelê me, spas bo hemû kesên ku beşdarî di derbaskirina hin astengiyên navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî de kirin.”
Xelîl herwiha dibêje, “ev destkeft û hevtêgihiştina seretayî, dê bibe destpêkeke girîng û faktoreke piştevaniya mezin ji bo pêkanîna yekrêziya aliyên Kurdî”.
Serkirdeyê PYDê hêvî dike ku qonaxa nû bibe qonaxeke dîrokî ji bo berjewendiya xelkê û dibêje: “Ez hêvî dikim ku qonaxa bê, qonaxa pêşketinên dîrokî be û di xizmeta gelê me û omêdiyên wî yên demokratîk de.”
Duh Sêşemê jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kiribû û ragihandibû: “Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in. Keda wan a pêkanîna lihevkirina pêşîn cihê kêfxweşîyê ye. Bi hêviya ev lihevkirin wê bi peymanek nû re tacîdar bibe da ku berjewendî û mafên rewa yên gelê me misoger bike.”
Beriya çend rojan Aldar Xelîl ji medyaya nzêzîkî Rêveberiya Xweser re gotibû, ku qonaxa duyem a dansûtandinên bi ENKSê re hatiye rawestandin. Aldar Xelîl sedema rawestana danûstandinan bo wê yekê vegerandibû, ku ENKS amade nîne bi şanda hevbeş a Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re danûstandinê bike û daxwaza berdewamiya danûstandinên du alî bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re dike.
Li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, ji bo pêkanîna yekîtî û yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ew demek e ku ENKS û PYDê dest bi dansûtandinan kirine û di qonaxa yekem de herdu alî gihîştine lihevkirine siyasî.
Rudaw
