Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vedike
Serokê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed ragihand ku ew ê di demeke nêz de ofîsa xwe ya fermî li Rojavayê Kurdistanê vekin. Ehmed her wiha amara alîkariyên bijîşkî û sotemeniyê yên ji bo herêmê hatine şandin eşkere kir.
Serokê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed îro 3ê Sibatê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ew karwaneke nû ya alîkariyên Îdareya Soran digihînin Rojavayê Kurdistanê.
Mûsa Ehmed diyar kir, di çarçoveya kampanyayên wan de heta niha 5 hezar û 582 lître mazot li Rojavayê Kurdistanê hatiye belavkirin.
Diyar kir jî, di warê tenduristiyê de jî, bi hevahengiya ligel Wezareta Tenduristiyê û Rêveberiyên Giştî yên Tenduristiyê yên Hewlêr û Duhokê, tîmên wan karîne 5 hezar û 582 kesan derman bikin.
Serokê BCFê got: "Ji xeynî karmendên me yên profesyonel û yên bi girêbest, me karî wekî piştgirî di vê heyamê de 655 derfetên kar ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê peyda bikin."
Mûsa Ehmed tekezî li ser rênimayên Serok Barzanî kir û got: "Em li ser raspardeya Serok Barzanî karên xwe dikin. Peyama me ew e ku ev xizmetên em pêşkêş dikin ne xêr in û ne jî minet in; ev erkek li ser milê me ye ji bo xizmetkirina xwişk û birayên me."
Mûsa Ehmed eşkere kir jî, bi raspardeya Serokê Bordê yê Dezgehê, Mesrûr Barzanî, karên wan bi şêwazekî profesyoneltir berdewam dikin. Herwiha ragihand jî, di paşerojeke nêz de dê Ofîsa Fermî ya Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê were vekirin, da ku karibin xizmetguzariyên xwe hîn baştir û rasterast bigihînin welatiyan.
Basnews
