Serokê Herêma Kurdistanê serxweşî li Mîrê Êzidiyan kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser wefata Wekîlê Mîrê Êzîdiyan bo Karûbarên Ayînî, Mîr Kamîran Xeyrî peywendiyeke telefonî ligel Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg pêk anî û têde serxweşî lê kir.
Mîr Kamîran Xeyrî li îro li nexweşxaneya bajarokê Şêxan yê Duhokê canê xwe ji dest da.
Mîr Kamîran biraziyê mîrê berê yê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg bû. Piştî ku Mîr Hazim Tehsîn Beg li dû bavê xwe bû mîrê êzîdiyan, Mîr Kamîran jî bû wekîlê wî bo karûbarên ayînî.
Mîr Kamîran sala 1955 li nahiya Baederê ya bajarokê Şêxan ji dayîk bibû, beşa yasayê xwendiye û di sala 2004ê de li parlamentoya Iraqê parlamenter bûye.
Rudaw
