Bextiyar Talebanî: Amerîkî û Erebên Şîe daxwazek ji Serok Barzanî kirine
Nivîskar û çalakvanekî siyasî behsa dubarebûna bûyerên dîrokê dike û amaje bi wê yekê dike ku hem Amerîkî û hem jî Erebên Şîe hêvî dikin ku Serok Barzanî roleke bi bandor di avakirina hikûmeta federal a Iraqê de bilîze.
Bextiyar Talebanî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: "Di sala 2010an de, rewş ji ber nîqaşa di navbera partiyên siyasî de li ser ji nû ve namzedkirina Nûrî El-Malikî ji bo dema duyemîn a serokatiya hikûmetê rewş geheştibû asta herî xirab û li binî dabû û ew pirsgirêk bibû sedem ku neh mehan pêkanîna hikûmetê asteng bibe. Herî dawiyê bi destpêşxeriya Serok Barzanî ew girê bi rêkeftina Hewlêrê hat vekirin û Malikî ji bo dema duyem bû serokwezîrê Iraqê.’’
Herwaha diyar kir: "Îro, wekî ku dîrok xwe dubare dike û namzediya Malikî ne tenê di nav hin partiyên Şîe û Sunnî de, lê di heman demê de di nav Dewletên Yekbûyî û Serok Trump bi xwe de jî bûye cîhê nakokiyê.’’
Bextiyar Talebanî dibêje: "Çend roj berê nûnerê Trump Tom Barak û duh, Koordînatorê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris bi awayekî cuda ji Serok Barzanî xwestin ku di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de roleke bi bandor bilîze û îro jî şandeya bilind a Çarçoveya Hemahengiyê ji bo heman armancê serdana Hewlêrê kirin.’’
Dawiyê de jî Talebanî ev pirs kir û got: "Gelo dîrok piştî 16 salan ji wê rêkeftinê û 12 salan ji dûrxistina Malikî dê xwe dubare bike?"
Basnews
