• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Waşintonê pesnê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî tê dayîn

Gulan Media February 3, 2026 Nûçe
Li Waşintonê pesnê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî tê dayîn

Şandeyeka Herêma Kurdistanê bi tevlîbûna Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Pêkhateya Xiristiyan di Encûmena Wezîran de Ano Cewher di Lûtkeya Cîhanî ya Azadiya Ol û Baweriyê û Merasîma Taştêya ya Neteweyî ya Amerîkayê de li Waşintona paytexta Amerîkayê dest bi çalakiyên xwe kir.

Wê şandeyê, ku ji Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfa Ezîz û hejmareka kesatiyên diyasporaya Kurdistanî pêk hatibû, di roja yekê ya wê lûtkeyê de hejmareka hevdîtinên girîng bi rayedarên welatan re li dar xist.

Herêma Kurdistanê .. Nimûneya bilind a pêkvejiyan û yekîtiyê

Şandeya Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê civînê de bi Serokê Hevpar ê Lûtkeya Azadiyên Olî Balyoz Sam Brownback re bal kişand ser serkeftinên ku di warê çespandina nirxên lêborîn û pirrengiyê de li Kurdistanê hatine bidestxistin.

Di wan hevdîtinan de, pêşengiya Roja Nimêja Neteweyî ya Kurdistanê ji aliyê navneteweyî ve pir hat pesinandin û hejmareka mezin ji kesatiyên cîhanî heza xwe ji bo tevlîbûna di gera duyê ya wê merasîmê de li sala 2026ê nîşan da.

Wê şandeyê tekez jî kir ku, ji ber nêrîn û hîkmeta Serok Barzanî, Herêma Kurdistanê bûye civakeka nimûneyî ji bo parastina cihêrengiya olî û çandî li deverê.

Rêzgirtna navneteweyî ji bo rola Serok Barzanî di aştiya deverê de

Mijareka sereke ya hevdîtinên Waşintonê ji bo destxweşî û rêzgirtina li rola bibandor û dîrokî ya Serok Barzanî di rawestandina şer û xwînrijandinê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê de hatibû terxankirin.

Tevlîbûyîyên wê lûtkeyê amaje jî da ku, bizavên dîplomatîk ên Serok Barzanî yên bênavber bûn sedema gihîştina lihevkirina aştiyê di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Tekez jî hat kirin ku, ev rengê diyalog û têgihîştinê yekane garantiya parastina gelan û pêşîgirtina li dubare serhildana DAIŞê û komên terorîst e, ku di dawiyê de xizmeta tenahiya cîhanî dike.

 

K24

Top