Teqîna li Helebceyê çêbû: Kuştî hebûn
Îşev li cadeya Hemewxaneyê ku dike dervey bajarê Helebceyê, teqîneke bihêz çêbûye û dengê teqînê li navenda bajêr jî hate bihîstin.
Li gor zanyariyên Rûdawê yên destpêkê di ecama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Teqîn bi sedema destkarîkirina teqemeniyê ji aliyê du gencan ve bûye ku herdu gencan jî canê xwe ji dest dane.
Rêvebirê Asayîşa Şarezûrê Emîd Ekrem Ehmed li cihê bûyerê ragihand ku ew teqîn êrişeke terorîstî nebûye û bi sedema destkarîkirina guleya topê bûye.
Berdevkê Polîsê Helebceyê Berzan Osman Mihemed jî da zanîn ku teqîn saet derdora 21.00 rû daye û ew herdu gencên canê xwe ji dest dane xelkê Helebcê ne û cenazeyê wan bo bijîşkî dadwerî hatine şandin.
Rudaw
