• Sunday, 08 February 2026
logo

NY: YPGê 283 zarok biçek kirine

NY: YPGê 283 zarok biçek kirine
Netewên Yekgirtî radigihîne, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bêhtir ji 280 zarokî ji bo şer bi çek kirine.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterrs derbarê rewşa zarokan û binpêkirina di dermafên wan de ên di sala 2019an de li seranserî cîhanê hatin kirin, raportek belav kir.

Sekreterê Giştî yê Netwên Yekgirtî di raporta xwe de behsa rewşa zarokan li Sûriyê kir û diyar kir ku bêhtir ji 2630 binpêkirin bi mafê 2200 zarokan hatine kirin.

Li gor raportê, li Sûriyê bêhtir ji 800 zarokî hatine biçekkirin, ku ji wan 147 zarok temenê wan di bin 15 saliyê re ne.

Di raportê de hat, YPG ku di bin siya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kar dike, di ber biçekirina 283 zarokan de berpirs e.

Amaje bi wê jî da, li gor rêkeftina di navbera Netewên Yekgirtî û HSDê de ya di Tîrmeha 2019an de hatiye îmzekirin, 52 keçên ku di nava rêzên HSDê de bûn, ji aliyê HSDê ve hatine azadkirin.

Di raportê de hat jî, YPGê 190 zarokên ser bi grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û DAIŞê ve bûn, desteser kirine.

Raportê belav kiriye, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê jî zêdetir ji 240 zarok, hikûmeta Sûriyê û grûpên ser bi wê ve jî 21 zarok biçek kirine.

Basnews
Top