Tirkiyê YPG weke merc li pêşiya qebûlkirina plana NATOyê daniye
Li gor zanyariyên ajansa dpa ya Almanî bidest xistine, Tirkiyê ji bo pesendkirina plana Rêxistina Peymanameya Atlantîk a Bakur (NATO) ya ji bo navçeya Atlantîk û Polandê, hinek mer danîne li ber wê rêxistinê.
Li gor nûçeya dpayê ku disperî hinek belgeyên nepenî yên navenda NATOyê, Tirkiye li beramberê piştvanîkirina berjewendiyên xwe plana NATOyê pesend dike.
Di nav mercên ku Tirkiyê danîne li ber NATOyê, tê gotin ku Tirkiyê ji wê rêxistinê xwestiya ku hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî “YPGê weke terorîst” qebûl bike, lê hejmareke zêde ya endamên NATOyê li dijî wê daxwaza Tirkiyê derdikevin.
NATO hewl dide, planeke serbazî ji bo parastina rojhilatê Ewropayê, di egera êrîşa Rûsyayê bo ser wan welatan de, amade bike.
Welatên eniya rojhilatê Ewropayê daxwaz ji NATOyê kirine, planeke serbazî ji bo parastina wan ji egera her êrîşeke Rûsyayê amade bike, piştî ku Rûsyayê nîvgirava Kirîmê ya Ukraynayê xiste ser axa xwe û piştgirî li cudaxwazên li rojhilatê Ukraynayê kir.
Plana bi navê “graduated response plans” a berevaniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hate astengkirin, plana herî stratejîk a NATOyê ye li hemberî Rûsyayê.
Li gor maddeya 5 a Peymannameya NATOyê, her core êrîşek bo ser endameke NATOyê tê wateya êrîşa ser hemû NATOyê, lewma ew rêxistin neçar e berevaniyê di ber asayişa endamên xwe yên li Baltîkê de bike.
Rudaw
