Şandeyekî Çarçoveya Hemahengiyê geheşt Hewlêrê
Şandeke payebilind a Çarçoveya Hemahengiyê (Şîe) bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî gihîşt Hewlêrê. Tê çaverêkirin ku di hevdîtina li gel Serok Mesûd Barzanî de, girêka hilbijartina Serokkomar û Serokwezîrê nû yê Iraqê were nîqaşkirin.
Şandeke bilind a Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyan îro 2ê Sibatê gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê. Şand ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, endamên Polîtburoya PDKê Piştîwan Sadiq û Newzad Hadî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve hat pêşwazîkirin.
Şande bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye û Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî û Serokê Hevpeymaniya Esas Muhsin Mendelawî tê de cih digirin.
Mijara sereke ya vê civîna çarenivîssaz, zelalkirina berbijêrên her du postên herî bilind ên Iraqê ne: Serokkomar û Serokwezîr.
Nakokiyên li ser postên bilind
Ev serdan di demekê de pêk tê ku aliyên siyasî hîn li ser hikûmeta nû negihîştine lihevkirinê:
1- Postê Serokkomariyê: Mesrûr Barzanî duh yekşemê di daxuyaniyekê de eşkere kiribû ku heta niha PDK û YNK li ser berbijêrekî hevbeş ji bo postê Serokkomariyê negihîştine rêkeftinê, lê gotûbêj berdewam in.
2- Postê Serokwezîriyê: Malê Şîe li ser vî postî dabeş bûye. Piştî peyamên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump, beşek ji aliyên Şîe dixwazin Nûrî Malikî ji berbijariyê vekişe, lê beşek din vê daxwazê wekî destwerdana biyanî dibînin û red dikin.
Peyama Trump û guhertina hevsengiyan
Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24ê re ragihandibû, peyama Trump hevsengiyên siyasî li Iraqê guherandine. Hat ragihandin jî, dibe şandeke Iraqî ji bo yekalîkirina van pirsan serdana Washingtonê bike.
Basnews
