• Sunday, 08 February 2026
logo

Hewlên avakirına yekrêziya Kurd li rojavayê Kurdıstanê

Hewlên avakirına yekrêziya Kurd li rojavayê Kurdıstanê
Hewldanên avakirina yekhelwesta Kurdî li Rojava, rehetiyek li cem welatiyan peyda kiriye, ku dibêjin, divê îro, hemû Partî nakokiyên xwe jibîr bikin ȗ rêkeftinekê pêkbîn in

Hevdîtinên herdu aliyên siyasî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê jibo avakirina yekhelwestê berdewamin, ȗ tevî ku ta nuha tu rêkeftin encam nedaye, lê rehetiyek li kolana kurdî peyda dibe .

Xelkên bajarê Qamişlo dibêjin ku heviyek mezin li cem wan heye ku lihevkirinek çêbibe, herwiha daxwaz ji hemu partiyan dikin ku nakȗkiyên xwe jibîbikin ȗ bercewendiyên miletê xwe berçav bigrin.

Li ser dirêjahiya salên kirîza sȗriyê, gelek hevdîtin ȗ hewildanên lihevkirinê dinavbera Encumena Niştimanî a Kurd li Sȗriyê ȗ Partiya Yeîtiya Demoqrat de çêbȗn, lê tu encam nedan .

Hin çavdêrên siyasî didin zanîn cudahî di hevdîtinên vê care ȗ yên berê de hene nemaze ku qunax hestyare ȗ pêwîstî bi lihevkirinek lezgîn heye , herwiha dibêjin , dibe ku lihevkirin bi tenê di warê siyasî dibe.

Piştî çend mehan ji hevdîtinan dinavbera herdu aliyan de ku hin ji wan bi beşdariya şanderê emêrîka jibo sȗriyê"Wîlyam Robak" encam dan, qunaqa yekemîn ji danustandinan bi dawî bȗ ku têde pêşeroja Rojava, helwest ji hikumetê ȗ opozisyonê herwiha têkiliyên bi dewletên derdora sȗriyê re hatin gengeşekirin, niha jî amadekarî jibo qunaxa duyemîn dibe.

K24
Top