• Sunday, 08 February 2026
logo

Îro 63mîn salvegera damezrandina yekemîn partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye

Îro 63mîn salvegera damezrandina yekemîn partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye
Îro 14ê Hezîranê, 63mîn salvegera damezrandina yekemîn partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye. Roja 14ê hezîrana 1957an, yekemîn partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin

Ji wê demê ve, partiyên rojavayê Kurdistanê wê rojê wekî destpêka xebata siyasî ya rêxistinkirî ya gelê Kurd li Sûriyê libîr tînin.

Hin çavkanî dibêjin navê wê partiya Demokrata Kurd li Sûriyê bû, lê hin çavkaniyên din dibêjin, navê wê partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyê bû û li ser navê yekemîn partiyê cudahiya nerînan heye.

Ew partî ji aliyê 7 kesan ve li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê hate damezrandin, ku 4 kes ji wan ji Efrînê, 2 kes ji Cezîrê û kesek jî bi esil ji Bakurê Kurdistanê û nîştecihê Şamê bû.

Her yek ji Reşîd Hemo, Şewket Nasan, Mihemed Elî Xoce û Xelîl Mihemed ji Efrînê bûn, Hemîd Hacî Derwîş û Hemze Niwêran ji herêma Cizîrê bûn û Osman Seberî jî ji Bakurê Kurdistanê û nîştecihê Şamê bû.

Ji wê demê ve, partiyên Rojavayê Kurdistanê wê rojê weke destpêka xebata siyasî ya rêxistinkirî ya gelê Kurd li Sûriyê bi bîr tînin.

Rudaw
Top