• Sunday, 08 February 2026
logo

Yekem berteka Iraqê li ser operasyona li dijî PKKê

Yekem berteka Iraqê li ser operasyona li dijî PKKê
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê weke yekemîn aliyê fermî yê Iraqê li hember operasyona şeva bihorî ya Tirkiyê bertek nîşan da. Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, binpêkirina sînorê esmanî yê Iraqê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve şermezar kir û ragihand, “divê ew binpêkarî bêne rawestandin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, balafirên Tirkiyê kampa penaberan li nêzîkî Mexmûrê û Şingal kirine armanc.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê vê êrîşa Tirkiyê weke binpêkirina esmanê Iraqê bi nav dike û dibêje, ew yek “binpêkirineke aşkere ya serweriya Iraqê” û “êrişeke provakatîv” e.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê daxwaza rawestandina van core êrîşan ji Tirkiyê dike û tekez dike: “Divê ew binpêkarî bêne rawestandin, jio rêzgirtin û pabendbûna bi berjwendiyên hevbeş ên navbera herdu welatan.”

Herwiha tekezî li ser wê yekê dike, ku Iraq ji bo hevkariya navbera herdu welatan û kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya li ser sînorên hevbeş amade ye.

Rudaw
Top