Yekem berteka Iraqê li ser operasyona li dijî PKKê
Di daxuyaniyê de tê gotin, balafirên Tirkiyê kampa penaberan li nêzîkî Mexmûrê û Şingal kirine armanc.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê vê êrîşa Tirkiyê weke binpêkirina esmanê Iraqê bi nav dike û dibêje, ew yek “binpêkirineke aşkere ya serweriya Iraqê” û “êrişeke provakatîv” e.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê daxwaza rawestandina van core êrîşan ji Tirkiyê dike û tekez dike: “Divê ew binpêkarî bêne rawestandin, jio rêzgirtin û pabendbûna bi berjwendiyên hevbeş ên navbera herdu welatan.”
Herwiha tekezî li ser wê yekê dike, ku Iraq ji bo hevkariya navbera herdu welatan û kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya li ser sînorên hevbeş amade ye.
Rudaw
