• Sunday, 08 February 2026
logo

Dr. Kemal Kerkûkî: Xiyaneta 16ê Cotmehê rêxweşker bû bo karên terorîstî li herêmên Kurdistanî

Dr. Kemal Kerkûkî: Xiyaneta 16ê Cotmehê rêxweşker bû bo karên terorîstî li herêmên Kurdistanî
Duhê êvarê di encama êrîşeke terorîstî ya DAIŞê li gundekî kurdên Kakeyî Xaneqînê jimareyek hemwelatî hatibûn şehîdt kirin û birîndarkirin. Dr. Kemal Kerkûkî derbarê êrîşên DAIŞê de daxuyaniyek belav kir.

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Germiyan- Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî êvara îro roja yekşemê 14.06. 2020an daxuyaniyek derbarê êrîşên terorîstên DAIŞê de belav kir û ragihand: “Daxwazê ji desthilata Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, bi hemahengî û haevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bipele rewşa Kerkûk û herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistnê asayî bikin. Bi taybet ew herêmên piştî xiyaneta 16ê Cotmehê bêyî parastina Pêşmergeyê Kurdistanê mane.”

Herwiha Dr. Kemal Kerkûkî aşkere jî kiriye, xiyaneta 16ê Cotmehê rêxweşker bû bo encamdana karên terorîstî û li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top