• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Kanîreşa Çewlîgê careke din erd hejiya

Li Kanîreşa Çewlîgê careke din erd hejiya
Li navçeya Kanîreş a Çewlîga Bakurê Kurdistanê erd bi tundiya 5.6 pile li gor pîvera Richterê hejiya.

Saziya Afad û Hawarhatina Lezgîn ya Tirkiyê ragihand, îro demjimêr 09:51 li bajarokê Kanîreş ê Çewlîgê erd hejiya.

Da zanîn, Erdhej 7 K.M di bin rû erdê çê bûye û tundiya wê 5.6 pile li gor pîvera Richterê bû.

Heta niha ziyanên ji wê erdhejê derketine, nehatine ragihandin.

Ev di demekê de ye, duhî êvarê demjimêr nêzîkî 17:30 jî li navçeya Kanîreş erdhejekê rû dabû û di encamê de kesekî canê xwe jidest dabû û 11 kesên din jî birîndar bûbûn.

K24
Top