• Sunday, 01 February 2026
logo

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma salvegera 1ê Sibatê birêve diçe

Gulan Media February 1, 2026 Nûçe
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma salvegera 1ê Sibatê birêve diçe

Îro 01.02.2026ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Hewlêrê birêve diçe.


Îro 01.02.2026 e û 22 sal berî naha rojek wek îro 1ê Sibata 2004ê de li Hewlêrê ku heman roja Cejna Qurbanê bû 2 êrîşkarên xwekuj 2 kiryarên terorîstî pêkanîn û li binkeyê baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê de xwe teqandin û di encamê de bûn sedemê zêdetirî şehîdbûna 100 kesan û zêdetir jî 200 kesên din jî birîndar bûn.

Ev kiryara terorîstî di demekê de pêk hat ku pêvajoya lihevhatinê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de dihat meşandin û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxa xizmetguzarî û serfiraziyê ve diçû.

Piştî wê karesata mezin rêxistina terorîst a El-Qaîde berpirsyartiya xwe ya ji bo wê teqînê ragehand û ew kiryara terorîstî li xwe girt.

 

Basnews

Top