• Sunday, 08 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê: Balefirên Tirkiyê binkeyên PKKê yên li çiyayê Şingalê bombebaran kirin

Qaymeqamê Şingalê: Balefirên Tirkiyê binkeyên PKKê yên li çiyayê Şingalê bombebaran kirin
Qaymeqamê Şingalê aşkera kir şeva borî heta sibeha îro 15.06.2020ê balefirên şer ên Tirkiyê bi boneya hebûna binke û baregehên PKKê ve çiyayê Şingalê bombebaran kirin û zêdetir ji 40 mûşek avêtin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Balefirên şer ên Tirkiyê heta sibehê li çiyayê Şingalê li deverên Çil Mêra, Kersî, Barî û çend cîheke din ên ser bi qeza Şingalê bombebaran kirin.’’

Mehma Xelîl got: ‘’Heta naha derbarê ziyanên canî yên PKKê de ti zanyariyek berdest tine û ew bombebarana li sînorê çiyayê Şingalê tirs û xofeke mezin nav xelkê sivîlên niştecîhên çiyayê Şingalê de çêkiriye.’’

Herwaha şeva borî heta vê sibehê balefirên şer ên Tirkiyê binke û baregehên PKKê li navçeyên sînorê qeza Akrê û Amêdiyê yên ser bi parêzgeha Duhokê jî bombebaran kirin, lê derbarê ziyanan de heta naha ti zanyariyek berdest tine.

Ji aliyê din ve balefirên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê ya kurdên Bakurê Kurdistanê lê jiyan dikin û pêgehên PKKê yên li çiyayê Qereçûxê jî bombebaran kirin.

Basnews
Top