Meşa HDPê îro destpê dike û hikûmeta Tirkiyê deriyên 9 parêzgehan girt
Biryar e meşa HDPê ya li Colemêrgê bi beşdariya Hevserokê HDPê Mithat Sancar û meşa HDPê ya li Edîrneyê jî bi beşdariya Hevseroka HDPê Pervîn Buldan bihê destpêkirin.
Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokê HDPê Salim Kaplan ji Rûdawê re ragihand, ew ji parlemana Tirkiyê venakişin û destkeftên xwe ji AKPê re nahêlin.
Salim Kaplan hwerweha aşkere mkir ku meşa wan wê seet 11 ji Colemêrgê û Edirne destpê bike û li Enqerê kom bibin .
Ev qedexeya ku hikûmeta Tirkiyê li 9 parêzgehan ragihandiye, di demekê de ye ku HDPê xwe bo lidarxistina meşê amade kiriye. Ew meşên HDPê dê li Colemêrg û Edîrne ve bo Enqere bin.
Plana HDPê ya meşên li dijî jê stendina mafê parlamenteriya 2 parlamentêrên wê, di bin siya qedexeya çalakiyan de dibe.
HDP dixwaze bêyî molet û bi hebûn wê qedexeyê jî ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê û Edirneyê dest bi meşên xwe bike heya digehin Enqerê.
Hikûmeta Tirkiyê jî bi hincetên ewlkarî û tendurstiyê li 4 parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnex ên Bakurê Kurdistanê hemû çalakî qedexe kiriye.
Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyad Ceylan jî ji Rûdawê re ragihand, di meşa HDPê de dê parlamenter û hevserokên bajaran û mecilisa HDPê û hevşaredarên HDPê beşdar bin.
Rudaw
