Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû li dijî PKKê kir
Peyamnêrê me aşkere kir, firokeyên Tirkiyê çiyayê Şingalê û derdora kampa Mexmûrê bombebaran kirin.
Ji aliyekî din ve, Rêveberê Nexweşxaneya Sinûnê ji K24ê re ragihand, firokeyên Tirkiyê 15 navçe bombebaran kir û birîndarek gihîşt nexweşxaneyê.
Ev di demekê de ye, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li tora civakî “Twitter”, operasyonek bi navê “Pençe-Kartal” li ser hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê ragihand, ku tê de firokeyên ji cureya F-16 bi awayekî berçav bikar tên.
K24
