• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Rojava di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de alozî çê bû

Li Rojava di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de alozî çê bû
Hêzên Rûsî li bajarokê Til Bênder li bakurê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê li ser Rêya M4 ji aliyê xala kontrolê ya hêzên Amerîkî ve rûbirûyî rêgirtinê bû, lê hêzên Rûsî ranewestiyan û li ser vê yekê nakokî û aloziyê rû da.

Li gor zanyariyan roja 13ê vê mehê karwanekî hêzên Rûsî li bajarokê Til Bênder li bakurê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê li ser Rêya M4 ji aliyê xala kontrolê ya hêzên Amerîkî ve rûbirûyî rêgirtinê bû, lê hêzên Rûsî ranewestiyan, vê yekê kir ku hêzên Amerîkî li pey wan biçin û nakokî derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li ba bajarokê Til Bênder li bakurê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê li ser Rêya M4 dûrî Bingeha Amerîkî bi 200 metreyî, nakokî di navbera karwanekî leşkerî yê hêzên Rûsî ku ji 8 otomobîlan pêk dihat û xala kontolê ya hêzên Amerîkî derket, ev yek jî bi sedema ku hêzên Rûsî pabendî bi rawestandinê nekiribûn.

Di çend hefteyên derbasbûyî de, li çend bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna hevahengiyê nakokî di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de derketin.

Rudaw
Top