Nûnerê Taybet ê Trump: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê spasiya Serok Barzanî dike ji bo rola wî di peymana dîrokî ya Sûriyê de
Îro 30.01.2026ê Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barrack di pêwendiyeke telefonî de li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û peymana di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de axivîn. Di vê pêwendiya telefonî de, nûnerê Serok Trump spasiya Serok Barzanî kir ji bo rola wî ya bi bandor di pêkanîna agirbestê û serkeftina pêvajoya diyalogê de.
Di vê pêwendiya telefonî de, Tom Barrack, li ser navê xwe û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, spasiya helwestên neteweyî û mirovî yên Serok Barzanî kir. Wî got ku hewldanên Serok Barzanî sedema sereke ya gihîştina peymana ku îro di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hat îmzekirin bû, ku armanca wê xurtkirina aştiyê û bidawîkirina pevçûnê ye.
Ji aliyê xwe ve, Serok Mesûd Barzanî spasiya Serokê Amerîkayê û nûnerê wî yê taybet kir û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo peymana 30ê Çileya 2026an anî ziman. Serok Barzanî tekez kir ku ew her tim alîgirê çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêkan bi rêya diyalogê ye û rola bi bandor a Tom Barrack di nêzîkkirina aliyan û xurtkirina aştiyê li herêmê de pesinand.
Mijareke din a hevdîtinê rewşa siyasî ya Iraqê bû. Nûnerê Taybet ê Serok Trump daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola xwe ya dîrokî û biryardar di pêvajoya siyasî ya Iraqê de bilîze da ku astengiyan derbas bike.
Vê derbarê de Serok Barzanî got: "Şertê sereke ji bo aramiya Iraqê bicîhanîna destûrê û pêbendbûna ku pêkhate bi xwe biryarê li ser çarenivîsa welatê xwe bidin, da ku serweriya Iraqê bi tevahî were parastin."
Basnews
