• Sunday, 08 February 2026
logo

Li cîhanê hejmara kesên ji koronayê baş bûne 4 milyon derbas kir

Li cîhanê hejmara kesên ji koronayê baş bûne 4 milyon derbas kir
Li seranserê cîhanê heta niha nêzîkî ji sedî 50ê wan kesên bi koronayê ketine baş bûne.

Li cîhanê hejmara nexweên ji vîrûsa koronayê rizgar bûne 4 milyon kes derbas kir. Heta niha li ser asta cîhanê zêdeyî 7 milyon û 861 kes bi koronayê ketine, 432 hezar û 204 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawî, li ser asta cîhanê hejmara yên ji vîrûsa koronayê baş bûne gihiştiye 4 milyon û 36 hezar û 124 kesan, bi vê jî wate nêzîkî ji sedî 50ê wan kesên bi vîrûsa koronayê ketine, baş bûne.

Hejmara herî zêde ya kesên bi vê vîrûsê ketine li Amerîkayê hatiye tomarkirin û hevdem rêjeya herî zêde ya mirin û başbûnê jî li vî welatî ne.

Heta niha ji 2 milyon û 142 hezar û 224 kesên li Amerîkayê bi koronayê ketine 854 hezar û 106 kes baş bûne û 117 hezar û 527 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top