Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rêkeftina Hikûmeta Sûriyê û HSDê de peyamek belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rêkeftina dawî ya li Sûriyê daxuyaniyek belav kir, piştgiriya xwe bo vê rêkeftinê nîşan da û giringiya diyalogê bo çareserkirina pirsgirêkan tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.01.2026ê di daxuyaniya xwe de got: “Em hêvîdar in ev lihevkirin bibe destpêka dabînkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûriyê û rê li ber vegera bi serbilindî û birûmet a awareyan bo ser mal û milkên wan xweş bike.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser hewildanên navxweyî û navdewletî yên ji bo aştiyê û got: “Piştgiriya gelê Kurdistanê li seranserî cîhanê û bi taybetî rola cenabê Serok Barzanî di bidawîanîna aloziyan de û girtina rêya diyalogê bo çareseriya bingehîn a kêşeyan, cihê şanaziyê ye.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya aliyên navdewletî kir ku di serxistina vê pêvajoyê de xwedî rol bûn. Mesrûr Barzanî wiha berdewam kir: “Em rêz û pêzanîna xwe bo rola Serok, Hikûmet, Nûner û Kongressa Amerîkayê û hemû welatên dost di bidawîanîna girjiyan û piştgirîkirina mafên rewa yên pêkhateyên Sûriyê û aramiya herêmê de nîşan didin.”
Ev daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de tê ku îro bi fermî rêkeftina di navbera HSD û Şamê de ji bo rawestandina şer û yekkirina saziyan hatibû ragihandin.
