• Sunday, 08 February 2026
logo

Ziyad Ceylan: Zexteke zêde li ser HDP û gelê Kurd heye

Ziyad Ceylan: Zexteke zêde li ser HDP û gelê Kurd heye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Ziyad Ceylan ragihand ku desthilatdariya Tirkiyê çi astengiyan li ber meşa wan dane, lê ew dê li ser meşa xwe rijd bin û dê meşa xwe bigihêjinin Enqerê. Ziyad Ceylan herwiha got ku zexteke mezin li ser partiya wî û gelê Kurd heye.

Hevserokê HDPê yê Amedê Ziyad Ceylan beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa meşa partiya xwe ya weke nerazîbûna li hemberî biryara hilweşandina parlamenteriya Parlamentera Colemêrgê ya HDPê Leyla Guven û Parlamenterê Amedê Mûsa Farisogullari kir ku sibê dest pê bike.

Roja 4ê Hezîrana 2020ê, Parlamentera Colemêrgê ya HDPê Leyla Guven û Parlamenter Mûsa Farisogullari bi piraniya dengên her du fraksyonên AK Partî û MHPê parlamenteriya wan hat betalkirin. HDP jî bi armanca pêşandana nerazîbûnê biryara meşa seranserî da.

HDP dixwaze sibê ji du cihan dest bi meşê bike. Ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê û ji bajarê Edirneya Tirkiyê bikevin rê heta digihin Enqerê.

Hikûmeta Tirkiyê jî dijî HDPê, deriyên sînorê çûn û hatinê û qedexeya çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, vedana çadir û standan li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê wek Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê ragihand daku astengê li ber beşê başûrê meşê çêbike.

Ziyad Ceylan derbarê meş û qedexeyên li hemberî meşa HDPê de hatine danîn de got: “HDP mafdar e, û herwiha rijd e meşa xwe berdewam bike. Em li bendê bûn ku li hemberî meşa me astengiyan derbixin, lê astengiyê îro derxistine li pêşiya me nê astengiyên nû ne. Jixwe jiyana me kirine astengî û siyseta li ser HDPê tê meşandin siyaseteke qirêj e. Desthilatdariya MHP û AKPê bi rêbaza dîktatoriyê Tirkiyê rêve dibin. Li gor xwe her tişt qedexe dikin û lingor destûra her tişt didin. Lewma ew çi dikin bila bikin em dê di meşa azadiyê de li mafê Kurdan û HDPê xwedî derbikevin.”

Ceylan diyar kir ku armanca wan ew e ku dengê xwe bigihînin raya giştî û wiha pê de çû: “Em sazî bi sazîê gund bi gund digerînin û alîkariya xwedîlêderketinê ji xelkê xwe û aliyên demokratîk dixwazin. Dibe sibe meşa destpêkê lê ev 10 rojan meşa me di rojevê de ye û çi dibe bila bibe meşa me dê bigihêje Enqerê.”

Bi gotina Ceylan wan ligel gelek sazî û aliyên Kurdistanê re û herwiha saziyên demokratîk ên Tirkiyê re hevdtîn kirine û wan piştgiriya xwe bi zelalî bo meşa HDPê nîşan dane.

Derbarê kesên beşdarî meşa wan bibin de jî Ceylan da zanîn ku li gor mercên hene me negotiye em dê bi hezaran kesan kom bikin, wan ji destpêkê ve diyar kiriye ku parlamenter û hevserokên bajaran û endamên meclîs û hevşaredarên HDPê dê beşdarî meşê bibin.

Hevserokê HDPê yê Amedê herwiha teqez kir ku çi derfetên wan hebe weke HDPê dê ji bo xizmeta xelkê bikar bînin û wiha pê de çû: “Rast e em bi rojên dijwar re derbas dibin û zexteke zêde li ser HDPê û gelê Kurd heye, lê gelê Kurd xwediyê dîroke kevnar e, HDP jî ji kevneşopiyeke gelek xurt tê. Dixwazin me bidin sekinandin û civaka teslîm bigirin, lê hêza wan dê têrê neke. Çi dibe bila bibe ji niha pê de em dê bêtir dengê xwe bigihînin civakê û raya cîhanê ka Kurd çi dixwazin.”

Rudaw
Top