• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Divê hêzên Iraqê bê cudahiya netewî û olî xelkê biparêzin

Wezareta Pêşmerge: Divê hêzên Iraqê bê cudahiya netewî û olî xelkê biparêzin
Li ser êrîşa çekdarî ya şeva bûrî li ser gundekî Xaneqînê, Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji hêzên Iraqî kir, ser û malên xelkê bêtawan bê cudahiya netewî û olî biparêzin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat, şeva bûrî grûpeke çekdar ser bi teroristên DAIŞê ve êrîşî ser gundê Dara ya ser bi qezaya Xaneqînê û mixabin 7 kes ji malbateke Kurd a Kakayî şehîd kirin û 5 kesên din jî birîndar kirin.

Wezareta Pêşmerge bi tundî wê tawanê şermezar dike û daxwazê ji hêzên Iraqî yên li wê sînorê dike, ser û malên xelkên bêtawan bê cudahiya netewî û olî biparêzin û selametiya rûniştvanên wê sînorê ji berpirsatiya wan e.

Herwiha di daxuyaniya xwe dibêje: Di dema bûrî de çendên car me hişyarî ji nebûna Pêşmerge li wan navçeyan û metirsiya valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de daye.

Wezareta Pêşmerge dibêje: Bi dubarebûna tawanên bi vî awayî re, tê xwastin di zûtirîn dem de Komîta Hevbeş a Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge bê aktîvkirin, bi hev re bi riya (Pêşmerge û artêşa Iraqê) kar ji bo dagirtina wê valahiya ewlehiyê bikin, bi awayekî ser û malên xelkê wê navçeyê bi Kurd, Ereb û Tirkmen û hemû pêkhateyên olî û nijadî parastî be.

Di daxuyaniyê de hat: Bi armanckirina Kurdên wê navçeyê û valakirina gundên Kurdan bi darê zorê, tawan û kuştinê, tenê karê wan grûpên teroristî yên ligel DAIŞê bûn û dixwazin bi wan kiryarên tirsonek, Kurdan ji navçeyê derbikin û berdewamiyê bidin şepêla erebkirina wan navçeyan.

Wezareta Pêşmerge tekez dike: Ji ber wê hemû aliyan dilniya dikin, erkê hêzên Pêşmerge, rêgirtin û jinavbirina xewna teroristan û tarîperestên li dijî xelkê me dibe û tundî rêgiriyê li her hewl û armanceke ji wê şêweyê didin.

Li dawiyê Wezareta Pêşmerge, hevxemî û hevsoziya xwe ji kes û kar û malbatên qurbaniyên wê tawana li dijî mirovahiyê re tekez dike û selametî û başbûna bilez ji birîndaran re dixwaze.

K24
Top