Mesrûr Barzanî serpirştîya civîneka taybet kir bo pêşxistina pêşxstin û rêkxistina kerta taybet û bidûvçûna bacê kir.
Îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya vîdyokonferans serperiştiya civîneke taybet bo pêşxstin û rêkxistina kerta taybet û bidûvçûna sîstema bacedanê kir . Di destpêka civînê de danûstandin derbarê pêşxistina kerta taybet û rêkxistina bazara kar û bidûvçûn bi yasayên peywendîdar bi kar û desteber yên di kerta taybet de kar dikin ku ji bo vê mebestê komîteyek bi biryara civata wezîran pêk hat.
Herwiha Wezîrê Plandanan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dara Reşîd raportek derbarê pêşkêş kir ku tê de derfet û astengî hatibû destnîşankirin bi arasteyî handana xelkê bo karkirin di kerta taybet de. di vî warî de rêçare û steratejî û pilana cîbicîkirinê pêşkêş kir û her di vê çarçoveyê de peyrewa taybet bi projeya hevbeşkirninê ya kerta taybet û giştî hate pêşkêş kirin ku ev demeke wezaretên peywendîdar kar li ser dikin û biryare di demeke nêzîk de ji bo civîna Civata Wezîran were pêşkêşkirin bo pejirandinê.
Di tewerekî din yê civînê de giftûgo derbarê rêkxistin û bidûvçûn bi sîstema bacê hate kirin ku beşeke ji karnameya nehem ya Hikûmeta herêma kurdistanê ye bo çaksaziya di dahat û rêkxistina wan ku hevşane ligel çaksazîkirina di xerciyan de di warê îdarî de.
Di wê derbarê de Amanc Rehîm Sekretêrê Civata Wezîran û serperiştyarê vê komîteyê raportek derbarê bacan pêşkêş kir ku têde amaje bi astengiyên li pêşiya geşekirina sîstema bac kir bi taybet di warê projeyên wek enrejî û torên pêwendiyan û projeyên niştecîbûnê.
K24
