• Monday, 02 February 2026
logo

Li Îspanyayê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat vekirin

Gulan Media January 27, 2026 Nûçe
Li Îspanyayê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat vekirin

 Li Madrîdê, Paytextê Îspanyayê, bi merasîmekê ofîsa nû ya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat vekirin. Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di merasîmê de ragihand, Kurdistan ji bo veberhênan û bazirganiyê herêmeke vekirî û ewle ye.


bi serpêperştiya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî û bi amadebûna karguzarê Balyozxaneya Iraqê li Madrîdê, duh 26ê Çileyê ofîsa nû ya nûneratiya Herêma Kurdistanê bi fermî hat vekirin.

Sefîn Dizeyî di gotara xwe ya merasîmê de bal kişand ser pêşketinên aborî û got: "Herêma Kurdistanê û bi giştî hemû Iraq ji bo veberhênan û karên bazirganiyê yên navdewletî vekirî ne. Em dixwazin têkiliyên xwe yên aborî bi Îspanyayê re bêtir pêş bixin."

Dizeyî her wiha behsa rewşa aloz a Rojhilata Navîn kir û destnîşan kir ku ji bo avakirina paşerojeke geş û aram, pêwîst e li şûna tundûtûjiyê, her tim rêya aştî, dîyalog û dostaniyê bibe bijardeya sereke.

Di çarçoveya vê serdanê de, Sefîn Dizeyî li Madrîdê bi hejmarek berpirsên hikûmeta Îspanyayê, dîplomatkar, nûnerên partiyên siyasî û bazirganan re hevdîtinên giring pêk anîn. Armanca van hevdîtinan xurtkirina peywendiyên dîplomatîk, siyasî û aborî yên di navbera Hewlêr û Madrîdê de ye.

 

Rudaw

Top