• Friday, 30 January 2026
logo

ENKSê komkujiya li gundewarê Kobanî şermezar kir: 10 sivîl şehîd bûn

Gulan Media January 27, 2026 Nûçe
ENKSê komkujiya li gundewarê Kobanî şermezar kir: 10 sivîl şehîd bûn

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi daxuyaniyekê komkujiya li dijî malbateke Kurd li gundewarê Kobanî şermezar kir. ENKS’ê ragihand, di encama êrişê de 10 sivîl, ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatine şehîdkirin û ev yek wekî "binpêkirineke xedar a agirbestê" pênase kir.

Li gorî daxuyaniya ENKS’ê, şeva 26’ê Çileya 2026’an, li gundê Xereb Işk ê li gundewarê Kobanî, êrişek li dijî malbatên Reşo Bozan Kedro û Mistefa Osman Kejo pêk hat. Hat diyarkirin ku ev malbat endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) ne.

Di êrişê de 10 sivîlên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. ENKS’ê destnîşan kir ku ev komkujî piştî ragihandina agirbestê pêk hatiye û ev yek binpêkirineke aşkere ya hemû pîvanên mirovî û yasayên navdewletî ye.

ENKS’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ev êriş nîşana berdewamiya siyaseta armancgirtina sivîlên bêguneh e û wiha got: "Ev tawan, hewildanên aramiyê û her hewleke ji bo dabînkirina ewlehiya li herêmê dixe metirsiyê. Ev binpêkirineke fadhî ya agirbestê ye."

ENKSê bang li Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û siyasî bi cih bînin û daxwaz kir ku agirbest bi awayekî kiryarî were çespandin, ji bo parastina sivîlan pêngavên bibandor werin avêtin û sînorek ji van sûcên ku bêrawestan dubare dibin re were danîn."

ENKS’ê daxwaz kir ku derbarê vê êrişê de lêpirsîneke zelal û navdewletî were vekirin, da ku berpirsiyar werin diyarkirin û kujer werin darizandin. Di dawiya daxuyaniyê de hat tekez kirin ku: "Parastina sivîlan divê pêşengiya sereke be û nabe xwîna bêgunehan bibe berdêla tu nakokî yan lihevkirinên siyasî."

 

K24

Top