• Sunday, 08 February 2026
logo

Ciwan Rojbeyanî: Bi ti awayekî nabe ew fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê were cîh!

Ciwan Rojbeyanî: Bi ti awayekî nabe ew fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê were cîh!
Seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ragihand, divê bi lez parêzgarê sepandî yê Kerkûkê li ser kar were dûrxistin û mafên gelê kurd li deverên Kurdistanê jî werin dayîn.

Parlementera Kurdistanê û seroka komîsyona deverên Kurdistanî li derveyî Herêma Kurdistanê, Ciwan Rojbeyanî li ser wê fermana meha borî ya parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, ku daxwaz kiribû erebên deverên din yên Iraqê li Kerkûkê bên bicîhkirin û kurd jî bên derxistin, ji BasNewsê re got, ew erebên ku Cibûrî dixwaze vegerîne Kerkûkê, hatine qerebûkirin û vegeriyane ser cih û warên xwe.

Ciwan Rojbeyanî her wiha got, me daxwaz ji firaksyonên Kurdistanî yên li parlementoya Iraqê û fermandehiya operasyonên Kerkûkê kiriye nehêlin ew fermana Rakan Cibûrî were cîh.

Seroka komîsyona deverên Kurdistanî anî ziman, tevahiya gelên Kerkûkê ji Rakan Cibûrî aciz bûne û daxwaz dikin li ser kar were dûrxistin û got, lê ew dixwaze bi erebkirinê dilê erebên şovenîst ji xwe razî bike. Ji ber wê jî divê bi lez ew li ser kar were dûrxistin û mafên gelê kurd li deverên Kurdistanê jî di çarçoveya madeya 140 ya Destûra Iraqê de werin dayîn.

Basnews
Top