Serok Barzanî: Serkeftina Kobanê li hember teror û tarîtiyê serkeftina hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê bû
Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobanê de peyamek belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di tora xwe ya civakî X de peyamek bi boneya salvegera 11emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê belav kir û ragehand; Serkeftina Kobanê li hember teror û tarîtiyê serkeftina hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê bû.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Di yanzdehemîn salvegera têkşikandina terorîstan li Kobanê de, em silavan li Şervan û Pêşmergeyên qehreman re dişînin ku bi piştgiriya Hevpeymanan di berxwedaneke qehremanî de, rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAIŞê û serkeftineke mezin di dîroka gelê Kurd de tomar kirin. Ew serkeftin serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê bû, serkeftina mirovahiyê bû li ser teror û tarîtiyê.
Basnews
