• Saturday, 31 January 2026
logo

Hoşyar Zêbarî: Rojên pêş de li Iraqê tijî bûyerên neçaverêkirî dê pêkbên

Gulan Media January 26, 2026 Nûçe
Hoşyar Zêbarî: Rojên pêş de li Iraqê tijî bûyerên neçaverêkirî dê pêkbên

Endamê Komîteya Rêveber a Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî got heta naha serokatiyên Iraqê û avakirina hikûmetê hîn nehatine biryardan û egera bûyerên neçaverêkirî heye. Ji bo wê jî pêwîste hewldan du car hinde bên zêdekirin.


Endamê Komîteya Rêveber a Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Wezîrê Derve yê berê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, di peyamekê de ku li ser malpera xwe ya tora civakî (X) hatiye weşandin, got ku destnîşankirina Nûrî Malikî wek serokwezîr hatiye çareserkirin. Piraniya aliyan jî li benda hemahengî û diyarkirina 27ê vê mehê ne ji bo helbijartina Serokomarê Iraqê. Di siyaseta Iraqê de diyarkirina serokatiyan û pêkanîna hikûmetê dema ku zelal dibe nayê wê wateyê ku krîz bi dawî dibin.

Zêbarî nivîsand: "Rojên pêş de dê tijî bûyerên neçaverêkirî û bilind û nizm pêkbên, ji ber vê yekê divê hewlên ji bo çareserkirina rewşê û derbaskirina vê qonaxê du qat werin zêdekirin."

Biryare sibe Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomar bicive. Li gorî rêziknameyê, ji bo temamkirina rêjeya pêwîst divê ku ji 3/2 endamên parlamentoyê di rûniştinê de amade bin.

Nozdeh namzed ji bo posta serokomartiyê, ku ji sala 2003an vir ve para civaka Kurd e, hevrikiyê dikin. Civîn hebûna du ji sêyan ji parlamenteran hewce dike û serok dê bi dengdana veşartî were hilbijartin.

 

Basnews

Top