Li Çînê vîrusa korona careke din serî radike
Karbidestên tenduristiya Çînê ji AFPê re dîyar kirin ku li Pekînê piştî du mehan cara pêşî vîrusa korona hatiye tespît kirin û du kesên testên wan pozîtîf derketine çûne wan bazaran.
Jiber pêketinên nû, vekirina dibistanan jî bo du hefteyan hat paş xistin.
Li gor agahîyên Wezareta Tenduristiya Çînê dane, li Pekînê heta niha 594 kes bi vîrusa korona ketine û ji wan 9 kesan jîyanên xwe ji dest dane.
Basnews
