• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Çînê vîrusa korona careke din serî radike

Li Çînê vîrusa korona careke din serî radike
Li gor ajansa nûçeyan a AFPê ragihandiye li Pekîn a paytexta Çînê du bazar jiber vîrusa korona hatine girtin.

Karbidestên tenduristiya Çînê ji AFPê re dîyar kirin ku li Pekînê piştî du mehan cara pêşî vîrusa korona hatiye tespît kirin û du kesên testên wan pozîtîf derketine çûne wan bazaran.

Jiber pêketinên nû, vekirina dibistanan jî bo du hefteyan hat paş xistin.

Li gor agahîyên Wezareta Tenduristiya Çînê dane, li Pekînê heta niha 594 kes bi vîrusa korona ketine û ji wan 9 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Basnews
Top