• Sunday, 08 February 2026
logo

Fermandarên Rûsya, Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kobanî civiyan

Fermandarên Rûsya, Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kobanî civiyan
Li gundê Xerîb yê girêdayî Kobanî, fermandarên Rûsya, Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kobanî civiyan.

Dîmenên gihiştina fermandarên Rûs û Tirkiyê ji bo gundê Xerîb ji Rûdawê re hatin şandin.

Hersê aliyan civîneke girtî nêzîkî 2 demjimêran lidar xistin û di civînê de, pirsên girêdayî navçeyê, çavdêrîkirina sînor û lihevtêgihiştina aliyan gotûbêj kirin.

Gundê Xerîb 15 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Kobaniyê.

Li wî cihî berî niha mayînek bi panzêreke Rûsî de teqiyabû.

Rudaw
Top