Rakan Cibûrî daxwaza derkirina hevwelatîyên Kurd dike
Wek Rakan Cibûrî di wê nivîsarê de amaje kirîye, ew kesayetî xelkê resenê Kerkûkê ye û li sala 2003yê ve hatîye derkirin.
Di wê nivîsarê de, daxwaz jî dike, ew pirose bi dû qonaxan bihête encamdan. Di destpêkê de, di wan xanîyên vala bihên akincîkirin û dûv re jî, ew kesên di xanî wî de ne, ku bi zêderoyê navê wê dihîne û mebesta wî hevwelatîyên Kurd in, bihên derkirin û ew serok hoz li şûna wan bihête akincîkirin.
Hevwelatîyekê gundê Pelkane derbarê daxwazîya Rakan Cibûrî û vegerandina wî kesyetîyê Ereb bi Kurdistan24 re ragehand, ewa Rakan Cibûr daxwaz dike û dixwaz bicih bike, heman daxwazî Sedam Husêne, ku birîyara Beisîyan ew kesayetîhatî û bi sedan kesên din li ser axa Kurd hatin akincîkirin û niha Rakan Cibûrî dûbare dike.
Got jî: Ew kesayetî û ewê pê re ji Erebên hînandîye û xelkê Îraqê nîne ji welatên din bo bierebkirina anîne û li sala 2003yê revîyan.
Gor jî, xelkê gundî ti biryareka wek biryarên Beisîyan qebûl nakin û axa xwe radestê ti kesan nakin, ku girêbeseteka saxte dema Sedam pê re ye û dixwazin li cihekê bihên akincîkirin ku xwedîyê wî yê serekî tapoya Qoçanî heye û ew zevî mulkê bav û bapîrên wî ye.
Ev hevwelatî daxwaz ji hikuemta Herêma Kurdistanê û serkirdatîya sîyasîya Kurd û perlemantaran dike piştîvanîya gundîyên Kurd bikin bo rûbirûbûna wê pîlana Rakan Cibûrî û darûdesteyên wî, ku armanc jê bierebkirineka dîye û derkirina hevwelatîyên resenêên Kurde ji wan deveran Kurdnişîn.
K24
