Sûriye: Beşar Esed, Serokwezîr ji karê xwe dûr xist
Serokê Sûriyê Beşar Esed bi mersûmekê , Îmad Xemîs ji Serokwezîrtiya wî welatî dûr xist û li şûna wî wezîrê çavkaniyên avê Hisên 'Ernûs Erkdar kir.
Îmad Mihemed Dîb Xemîs di sala 2016an de wek serokwezîrê Sûriyê hate destnîşankirin û ew li ser lîsteya sizayan ya Yekîtiya ewropayê ye.
Herwiha Serokwezîrê nû xelkê parêzgeha Idlibê ye û berî niha Wezîrê Çavkaniyê avê bû ye.
