• Sunday, 08 February 2026
logo

5 welatî canê xwe ji dest dan

5 welatî canê xwe ji dest dan
hijmara herî zêde ya miriyan li Silêmanî hatiye tomarkirin
Li Silêmanî 5 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dan.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantv li Silmanî dane, duhê bi şev 5 welatî ku beriya niha bi Koronayê ketibûn, rixmî çareseriya nûjdarî canê xwe ji dest dane.

Sê berketî di nexweşxaneyekê de û du berketiyên din di nexweşxaneyeke din de canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê tenê li Silêmanî hijmara herî zêde ya miriyan bi Koronayê hatiye tomarkirin.
Top