Al- Monitor: Mazlum Ebdî û Esed Şeybanî bi rêya telefonê li ser dirêjkirina nefermî ya agirbestê li hev kirin
Malpera Al-Monitor çend pêşhateyên nû derbarê tevgera peywendiyên siyasî û leşkerî yên girêdayî dosya Kurd li Sûriyê aşkera kirin, ku peywendiyên rasterast di navbera Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê Esed el-Şebanî li xwe girtibû û li gor wê malperê ragehandiye ew peywendiye bi awayekî erênî bûye.
Li gorî Al-Monitorê, dema agirbesta çar rojî bi awayekî nefermî hatiye dirêjkirin ji ber ku nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barak biryar e ku bi rayedarên Sûriyê re bicive da ku pêşniyara dawî ya Ebdî nîqaş bike, ku tê de pozîsyonên sivîl û leşkerî di nav hikûmetê de hene, herwaha navek ji bo posta cîgirê wezîrê berevaniyê hatiye pêşkeş kirin û hatiye gotin ku Mezlûm Ebdî bixwe ê postê wernagre.
Piştî hevdîtinên bi Tom Barak û fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê re, Mezlûm Ebdî tekez kir ku hewldanên navneteweyî li ser xurtkirina agirbestê û ji nû ve destpêkirina diyaloga siyasî ne, û amadebûna HSDê ji bo beşdarbûna cidî di her rêkeftinek ku bibe sedema yekîtî û aramiyê tekez kir. Barak piştgiriya xwe ji bo vê yekê wekî deriyek sereke ji bo avakirina baweriyê û pêşvebirina pêvajoyê dubare kir.
Basnews
