• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî: Bila berevanî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin, lê bila dijminatî û şerê navbera Ereb û Kurd jî neyê çêkirin

Gulan Media January 23, 2026 Nûçe
Serok Barzanî: Bila berevanî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin, lê bila dijminatî û şerê navbera Ereb û Kurd jî neyê çêkirin

Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya de bo welatê Îtalyayê, li avahiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî. Serok Barzanî derbarê hevdîtinên xwe yên li Vatîkan û Îtalyayê, aloziyên Rojavayê Kurdistanê, metirsiya DAIŞê û helwesta hêzên navdewletî de daxuyaniyên girîng dan.


Piştgiriya Îtalyayê û Soza Qedaseta Papa

Serok Barzanî ragihand, Îtalya her tim xwedî helwesteke dostane bûye û wezîrên derve û berevaniyê yên wî welatî piştrast kirine ku ew ê di piştgirîkirina Kurdistan û Hêzên Pêşmerge de berdewam bin. 

Serok Barzanî her wiha amaje bi hevdîtina xwe ya ligel Qedaseta Papa kir û got: "Qedaseta Papa bi dilgermî li daxwazên me guhdarî kir û soz da ku dema serdana Iraqê bike, dê serdana Kurdistanê jî bike."

Aloziyên Rojavayê Kurdistanê û Têkiliya bi Şamê re

Derbarê şerê vê dawiyê yê li Sûriyê, Serok Barzanî eşkere kir ku wî peyamek ji bo Serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera şandiye û bi telefonê pê re axiviye. Serok Barzanî got: "Min jê re ragihand ku şerê navbera hêzên siyasî mijarek e, lê bi ti awayî nayê qebûlkirin ku sitem li Kurdan bê kirin. Wî jî bersiv da ku ew ê rê nedin êrîşên bi vî rengî."

Serok Barzanî destnîşan kir, guhertina helwesta hin eşîrên Ereb (carekê ligel Esed, carekê ligel DAIŞ, carekê ligel HSD û niha dîsa ligel Şamê) bûye sedema aloziyan. Herwiha got: "Min berê jî ji birêz Mezlûm Ebdî re gotibû ku divê ji bo navçeyên Erebî çareseriyekê bibînin, ji ber ku dibe bibin pirsgirêk."

Hevdîtina Hewlêrê û Agirbest

Serok Barzanî diyar kir, duh li Hewlêrê hevdîtinek di navbera Mezlûm Ebdî, Tom Barack û Fermandariya CENTCOMê de pêk hatiye. Di encamê de li ser agirbestê lihevkirin hatiye kirin. Serok Barzanî hêvî jî xwast ku ev agirbest bibe destpêka encameke baş û got: "Şer ne di berjewendiya ti kesî de ye, ya girîng kiryar in, ne gotin û muzayede."

Metirsiya DAIŞê û Rewşa Girtîgehan

Serok Barzanî hişyarî da ku metirsiya DAIŞê hîn jî gelekî zêde ye û şerê niha yê li Sûriyê "derfeteke zêrîn" daye vê rêxistina terorist. Herwiha Serok Barzanî diyar kir ku agahî hene ku hejmareke mezin a girtiyên DAIŞê reviyane û ev yek metirsiyeke mezin e. Her wiha behsa peymana di navbera Amerîka û Iraqê de kir ku dixwazin girtiyên DAIŞê ji Sûriyê veguhezînin zîndanên Iraqê.

Peyama ji bo Medyayê û Yekitiya Kurdan

Serok Barzanî bang li medyakaran kir ku bergiriyê li mafên Kurdan bikin, lê rê li ber fitne û şerê neteweyî (Kurd û Ereban) nekin. Derbarê parastina herêmên Kurdî de Serok Barzanî got: "Eger bernameyek hebe ku Kurd li herêmê nemînin, wê demê em hemû yek in û em amade ne ji bo her tiştî."

Kobanî û Alîkarî

Derbarê rewşa Kobaniyê de, Serok Barzanî bi xembarî got: "Eger wekî sala 2014an derfet hebûya, min ê niha hêz ji bo Kobaniyê bişanda. Kobanî axa Kurdistanê ye û divê parastî be." Serok Barzanî her wiha spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku ji roja yekem ve bi hemû hêza xwe bi hewara xelkê Rojavayê Kurdistanê ve çûne.

 

Basnews

Top