• Friday, 30 January 2026
logo

Eskender Zirar: Serok Barzanî bi awayekî siyasî, aqilane û Kurdewarî di hewla çareserkirina doza kurd de ye

Gulan Media January 22, 2026 Nûçe
Eskender Zirar: Serok Barzanî bi awayekî siyasî, aqilane û Kurdewarî di hewla çareserkirina doza kurd de ye

Nivîskarekî li Hewlêrê radigehîne ku Serok Barzanî roleke girîng di kêmkirina aloziyan û rizgarkirina gelê Rojavayê Kurdistanê ji rewşa ku ew tê de ne de dilîze.

Eskender Zirar ê nivîskar, di rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê de belav kiriye û dibêje: "Serok Barzanî wekî merceyê hemû Kurdan tê dîtin û wekî serokê hemû Kurdan tevdigere. Nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê tê Hewlêrê. Serokê Sûriyê heftê sê caran ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojava telefonî Serok Barzanî dike. Fermande Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi şêwirîna Serok Barzanî behsa rêkeftina li gel Ehmed Şera dike.”

Herwaha aşkera dike: "Serok Barzanî niha jî li Vatîkanê ye, da ku piştgiriya Papa ji bo Rojavayê Kurdistanê û Kurdan bi dest bixe. Kurdbûn û Kurdistanîbûn ji bo Serok Barzani di rêza yekem de ye.”

 

 

 

Basnews

Top