Mesrûr Barzanî beşdarî şîveke ji bo pêşvebirina veberhênanê li Kurdistanê bû
Ji bo bihêzkirina amadeyîya aboriya Herêma Kurdistanê li navendên navneteweyî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê, Swîsreyê, beşdarî şîveke ku ji aliyê Şêx Baz Berzencî, Serokê Koma Şîrketên Kar ve, ji bo xurtkirina hebûna aborî ya Herêma Kurdistanê di forumên navneteweyî de hatibû lidarxistin, bû.
Gelek kesayetên navneteweyî beşdarî şîvê bûn, di nav wan de; Boris Johnson, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê, Nadim Zehawî, Parlamenter û wezîrê berê yê Brîtanyayê, karsazê navdar Ross Pero û hejmarek veberhênerên Kurd û navneteweyî.
Di şîvê de, derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê û herêmê hatin nîqaşkirin.
Di axaftina xwe de, Serokwezîr behsa derfetên veberhênanê di sektorên cûda yên Herêma Kurdistanê de kir û bal kişand ser reformên kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serokê Hikûmetê tekez kir ku pêşkeftina aborî bingeha sereke ye ji bo bidestxistina aramiya siyasî û ewlehiyê ye û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze bibe xalek ji bo hevgirtina şaristaniyên kevnar ên herêmê, ji ber ku ew li Rojhilata Navîn xwedî cihekî stratejîk e.
Basnews
