Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Encumena Wezîran a Îmaratê li ser pêşxistina şiyana rêveberî gotebêj kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dirêjahiya hevdîtinên xwe yên di forma aborî ya Cîhanî ya Davosê de, îro 21.01.2026, li gel Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a dewleta Îmaratê Mihemed Qirqawî, civiya.
Di civînê de Serokê Hikûmetê spasiya welatê Îmaratê kir ji bo alîkarî û piştevaniya wê ya berdewam bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê perwerde û pêşxistina kapasîteya mirovî û îdarî ya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku roleke girîng di baştirkirina performansa karmendan de lîstiye.
Her di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe yên taybet ji bo Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, Serokê Îmaratê û Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê kir, bo wê piştevaniya berdewam a ku li Herêma Kurdistan kirine di demên cuda cuda de.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Karûbarê Encûmena Wezîrên Îmaratê Mihemed Qirqawî, pesnên pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo çaksazî û pêşketinan. Herwaha amadebûna welatê xwe dubare kiriye bo berdewambûna alîkarî û hemahengiyên li gel Herêma Kurdistanê di ware cûrbecûr de bi armanca geheştina bi asta herî bilind a pratîk a rêvebiriyê.
Basnews
