Leyla Guven serbest hat berdan
Hevseroka KCDê û parlamentere berê ya HDPê ya Colemêrgê, ku piştî Serdozgeriya Komarî ya Amedê parlamenteriya wê hilweşandibû hatibû desteserkirin piştî sê rojan hat azadkirin.
Leyla Guven ku ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê ji doza KCKê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin parlementeriya wê hatibû hilweşandin, piştî wê yekê jî 4ê Hezîranê hatibû desteserkirin.
Guven a ji ber cezaya mehek û nîvê mabû hatibû girtin, û şande Girtîgeha Amed a Jinan.
Parêzerên Guvenê xwestin mehek cezayê wê yê mayî li ser dosyeyeke wê ya din ku hêj pê tê darizandin bê hesibandin serlêdan kirin.
Serlêdana parêzeran a ji bo mûwkîla wê hate erêkirin, Leyla Guven îro di saetên şevê de hate berdan.
Hevseroka KCDê û Parlementera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDPê yê Amedê Mûsa Farisogullari Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu 4ê Hezîranê parlamenteriya wan hatibûn betalkirin û girtin.
Rudaw
